Berxwedan jiyan e.
Yekîtî hêz e.
Xwedî-li-hev-derketin azadî ye.
Êrîşa li ser Rojava hat kirin, tenê êrîşek li ser ax û sînorên erdnîgarî nîne; ev êrîşek e li ser nasname, irade û mafên gelê Kurd e Di dîrokê de bêhejmar em hatine ceribandin, lê her car jî ji nû ve hatine ser hev. Ev jî yek ji wan deman e ku pêdivî ye em vegerin bingehên berxwedan, yekîtî û xwedî-li-hev-derketin e.
Rojava, ne tenê cihê ku Kurd li wir dijîn e; ew sembolek e Şerefê û hebona me ye., Rojava li bin şertên giran û êrîşên herdemî daye modela civakî ya li ser nirxên hevparî, rûmet û mafên jinê hat avakirin, bi çavê dinyayê hate dîtin û rêz dan ve modelê lewra dujimn ev wek xetereyek li ser xwe dîtin û ji hêla hêzên ku ne dixwazin civakek bi vî rengî bijî êrîş li ser Rojava hat kirin.
Berxwedan, ne tenê bi çek tê kirin. Berxwedan di hiş, nivîs, gotin û rêxistinê de ye. Em hewce ne ku dengê xwe bi rêzekî aram, lê bi hêz bigihînin cîhanê.. jı Dîrokê em fêr kirin ku her cara em parçe-parçe bûn e em windabûn e û her cara em bi hev re na em henê û to kes nikarê hêza me.
Xwedî-li-hev-derketin jî şertê bingehîn e. em li ser çand, ziman, aborî û perwerdehiya xwe xwedî derketinê bikin. her çend şertên derdorê dijwar bin jî.
Di dawiyê de, êrîş dê werin û herin, lê tiştê ku bimîne irade ya gelê Kurd e. Heke em vê iradeyê bi aqil, bi yekîtî û bi berxwedanê biparêzin, em ê ne tenê Rojava, lê hemû Kurdistanê bi hêvî û ronahiyek nû bidin pêş.
Berxwedan jiyan e.
Yekîtî hêz e.
Xwedî-li-hev-derketin azadî ye.
Iman Derbas
24/1/2026
Di dema êrîşa hovan li ser Rojava