Xuşka delal û hêja birêz leyla zana
Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya wefata hevjînê we yê hêja, têkoşerê gelê Kurd *Mehdî Zana* bihîst.
Mehdî Zana ne tenê hevjînê we bû, ew sembola berxwedan, rûmet û têkoşîna gelê Kurd bû. Ji zindana Amedê heta şaredariya Amedê, navê wî wek ronahiyekê di dîroka kurda de ma.
Di vê roja giran de, em sersaxiyê li we, li malbata Zana û li tevahiya gelê Kurdistanê dixwazin.
Cihê wî bihuşt be, û bila Xwedê sebr û hedarê bide we.
Em xemgîniya we parve dikin.
Bi rêz û sersaxî...