Êrîşa ku duh li Hesekê li ser tabelaya ku wêneyê kezî lê hebû, ji êrîşeke li ser tabelayekê wêdetir bû; ew êrîşek bû li ser rûmet, nirx û hebûna jin û gelê me ye. Ev kiryar ne tiştekî rasthatî ye, ew nîşana hişmendiyeke êrîşkar e ku armanca wê têkildarî aramiya vê parêzgehê ye.
Di bûyerên duh de, gotinên nîjadparast hatin bilêvkirin û îşaretên Daişê hatin hildan. Ev yek eşkere dike ku aliyên ku dixwazin aramiya gelê vê parêzgehê hedef bigirin, ne tenê li dijî nirxên gelê me, lê li dijî qanûn jî derdikevin.
Em ji rayedaran dixwazin ku bêhelwest nemînin û hesab ji wan were xwestin.